7 October 2026 - 12:41
LÊKOLÎN - Sirên tenduristiya dev û diranan eşkere bûn: Sîr, penîr û çay

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul- Beytê (s.x) — ABNA — Tenê şûştina diranan ne bes e, xwarina sebzeyan, sîr û penîr di parastina pergala bakteriyên nav dev û tenduristiya giştî de roleke sereke dilîzin.

Mamosteya Zanîngeha Penn Stateyê Dr. Laura Weyrichê diyar kir ku parastina tenduristiya dev tenê bi firçe û macûna diranan nabe.

Pergala xwarinê jî di parastina hevsengiya bakteriyên nav dev de roleke sereke dilîze.

Di nav dev de 700 cureyên cuda yên bakterî, vîrus û kivarkan hene.

Lêkolînê diyar kiriye ku gelek xwarin ji bo tenduristiya dev û diranan bikêr in.

Lêkoleran pişta xwe daye pişkinîna şorikê û ev tişt eşkere kirine:

·         Sebzeyên bi pel ên wekî spênax û kelemê, ji ber ku nîtrat tê de heye, alîkariya geşbûna bakteriyên bikêr dikin.

·         Di sîrê de madeya alîsînê heye. Ev made li dijî bakteriyan e û rê li ber rizîna diranan digire.

·         Xwarina penîr berhemanîna şorik zêde dike û asîta nav dev hevseng dike.

·         Çay ji ber ku polîfenol tê de heye, rê li ber geşbûna bakteriyên bi zerer digire.

Metirsiya nexweşiyên dil û penceşêrê

Pispor hişyariyê didin ku paşguhkirina tenduristiya dev û diranan ne tenê dibe sedema rizîna diranan û pidûyan.

Ev yek metirsiya nexweşiyên dil, şekir, hinek cureyên penceşêrê û Alzheimerê jî zêde dike.

Ji bo parastina tenduristiya dev, pispor şîretan dikin ku şekir û karbohîdrat kêm werin xwarin.

Her wiha divê girîngî bi xwarinên bi giya were dayîn û ji bo berhemanîna şorikê gelek av were vexwarin.

Your Comment

You are replying to: .
captcha